Wayne Marotto: Emê ligel Pêşmerge û HSDê di şerê dijî DAIŞê de berdewam bin

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê diyar kir ewê ligel hêzên Pêşmerge, HSD û hêzên Iraqî ji bo jinavbirina DAIŞê, di hevkariyê de berdewam bin.

Hewlêr (K24) - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto diyar kir ewê ligel hêzên Pêşmerge, HSD û hêzên Iraqî ji bo jinavbirina DAIŞê, di hevkariyê de berdewam bin.

Wayne Marotto ji Kurdistan24ê re ragihand ku bi hevkariya Pêşmerge û HSD, rûbereke berfireh a axa Iraq û Sûriyê ji destê rêxistina DAIŞê derxistine.

Marotto diyar kir: “Erkê Hevpeymaniyê ew e ku DAIŞê li Iraq û Sûriyê tê bibe. DAIŞ li ser erdê têk çû, rûbereke berfireh ji destê wê hat derxistin. Desthilata wan li ser heşt milyon kesan nema, ne diyar e eger ew xelkê direvînin an dikujin, lê eger çi çekdarekî DAIŞê mabe, em ê wan bigrin an bikujin, ew li Iraqê bin an li Sûriyê, em ê wan ligel Pêşmerge û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Iraqê bigrin.”

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel jî ji Kurdistan24ê re axivî û li ser binpêkirinên Tirkiyê yên li Eyn Îsa û navçeyên din got; Hevpeymaniya Navdewletî di hemahengiya ligel Rûsya de ye, ji bo ku sînorek  bo Tirkiye bê danîn.

Kîno Gabrîel ragihand: “Karê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo bersivdana binpêkirinên Tirkiye û hêzên ser bi wê ve li Eyn Îsa û navçeyên din berdewam e. Derbarê van binpêkirinan de em ligel Rûsya û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di hemahengiyê de ne, da ku em van kiryaran rawestînin. Ez bawer im berjewendiyên cuda yên hêzên li ser erdê Sûriyê hene, en beşek in ji vê hevsengiyê, kar weke niha dê berdewam bike.”