Trump: Eger serokatiya Biden were pesendkirin ezê ji Koşka Sipî derkevim

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku eger Desteya Hilbijêr serokê hilbijartî yê Demokrat hilbijêre, ewê ji Koşka Sipî derkeve.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku eger Desteya Hilbijêr serokê hilbijartî yê Demokrat hilbijêre, ewê ji Koşka Sipî derkeve.

Desteya Hilbijêr dê di 14ê Kanûna 2020 de bicive û tê çaverêkirin ku Joe Biden di 20ê Çileya 2021ê de dest bi seroktiyê bike.

Donal Trump piştî vîdeo konferansek ji bo leşkerên Amerîkayê yên li derveyî welêt, li ser Roja Spasdarîyê pêk anî, ji rojnamevanan re axivî.

Joe Biden di hilbijartinên 3yê Mijdarê de 306 û Trump 232 delege bi dest xistibûn ku ji bo serkertinê 270 delege pêwîst bûn.

Trump îdia kiribû ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye û bi dengên rast, ne Biden, lê ew bi ser ketiye.