Skotland ji bo serxwebûnê rapirsiya duyem pêk tîne

Herêma Skotlandê hewl dide ku ji Brîtanyayê cuda bibe û weke welatekî serbixwe, tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Times diyar dike; Serokwezîra Skotlandê Nicola Sturgeon ragihandiye ku sala bê, di derfeta herî nêzîk de ji bo cudabûna ji Brîtanyayê rapirsa duyem dê pêk bînin.

Serokwezîra Skotlandê ku di heman demê de Seroka Partiya Niştimanî ya Skotlandê ye, pêşbînî dike ku di çaryekê yekem ê sala bê, proseya rapirsiyê ji bo cudabûn û serxwebûna herêma xwe ji Brîtanyayê encam bidin.

Nicola Sturgeon ji rojnameya Timesê re ragihandiye ku divê derfet bidin xelkê Skotlandê di beşa yekem a temenê parlementoya dahatû de, di navbera serxwebûn û mayîna li Brîtanyayê de yek hilbijêrin.

Piştî derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê, herêma Skotlandê hewl dide ku ji Brîtanyayê cuda bibe û weke welatekî serbixwe, tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe.