Şam: Dibistanan ji Rêveberiya Xweser distînin

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê tekez dike, ewê tevahiya dibistanan ji destê Rêveberiya Xweser derbixin û dê zimanê kurdî jî bê xwendin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê tekez dike, ewê tevahiya dibistanan ji destê Rêveberiya Xweser derbixin û ewê zimanê kurdî lê bidin xwendin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Darim Teba di gotarekê de li Perlemana Sûriyê ragihand, xwendin û perwerdehiya li dibistanên ku di destê Rêveberiya Xweser de ne tê kirin, ne perwerdehiyeke niştimanî ye.

Tekez kir jî, hikûmeta Sûriyê kar ligel rêxistinên navdewletî dike, ji bo dibistanên di destê Rêveberiya Xweser de ne, vegerînin bin kontrola hikûmeta Sûriyê.

Wezîrê Perwerdehiyê got jî: Dê li wan dibistanan du demjimêran zimanên kurdî, siryanî û aşûrî bên hînkirin, eger dê û bavê xwendekaran vê yekê daxwaz bikin.

Da zanîn jî: Em li gel hînkirina bi zimanên herêmî ne. Ev yek normal e û dibistanên me yên ermenî yên bi zimanê ermenî hîn dikin hene."

Di sala 2015an de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser perwerdehiya bi zimanê kurdî û rêbaza xwe derbasî dibistanên deverê kiriye û minhacê hikûmete tenê li çargoşeya ewlehiyê ya li bajarê Qamislo û Hesekê tê xwendin.

Pirsa perwerdehiyê jî pirseke girîng a diyaloga kurdî di navbera Encûmena Nistimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de ye. ENKS tekez dike ku ew ne li dijî perwerdehiya bi zimanê kurdî ne, le divê guhertin di sîstema perwerdehiyê û rêbaza xwedinê ya Rêveberiya Xweser sepandiye de çêbibe.