Hejmara nû ya Kovara Bîrnebûnê derket

Hejmara kovara hunerî û çandî ya Kurdên Anatoliyê ya Bîrnebûn derket.

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara kovara hunerî û çandî ya Kurdên Anatoliyê ya Bîrnebûn derket. Kovar 4 mehan carek tê weşandin.

Hejmara Bîrnebûnê ya 79an derket. Kovara ku 4 mehan carek dertê di vê hejmara xwe de jî cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cureyên din.

Kovar di sala 1997an de li Almanyayê derket û 23 sal in weşana xwe berdewam dike.

Di kovarê de li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn de gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatin weşandin.

Kovar bi piştgirîya Weşanxaneya APECê li Swedê tê weşandin.

Di hejmara nû ya Bîrnebûnê de nivîsên Alî Çîftçî, Adem Akat, Altun Başaran, Abdulbakî Xalîsînan, Seyfî Dogan, S. Erdem, Mûlla Evîndar, Mem Xelîkan, Nuh Ateş, Ehmed Mîlan, S. B. Xell, Îhsan Turkmen, Mehtab Îdelî, Xizan Șîlan, Hesenê Metê, Seyîdxan Anter, Bêrîvan Keskîn, Rohat Alakom, Hizir Akbina, Cutyar T. Hawramî, Rojvan Enes, Sevîm Guvren, Ferîdun, Remzî Kerîm hene.