Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 377 kes bi vîrûsa Koronayê ketine
Karmendên tendirustiyê
Karmendên tendirustiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 377 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 377 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 65 kes li Hewlêrê, 54 kes li Silêmaniyê, 234 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 20 kes li Germiyanê.

Herwiha ragihand; 10 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 326 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 98486

Mirin: 3222

Başbûn: 62288

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.