Li Diyarbekirê di 9 mehan de 980 dikan hatin girtin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji ber qeyrana aborî di 9 mehên destpêka 2020an de nêzî hezar dikanan hatin girtin. Li gorî nirxandina rayedarên qada aboriyê, ji ber koronavîrûsê û bilindbûna nirxê Dolarê Amerîkî li beramberî Lîreyê Tirkiyeyê, dikandar di rewşeke zehmet de ne û ji hikûmetê daxwaza piştgiriya zêdetir dikin.

Yek ji navendên bazirganiya Bakur bazarên li navçeya Sûr a Diyarbekirê ne. Dikandarên vê bazarê jî ji koronavîrûsê bandoreke nerênî dibînin. Li gorî ragihandina Yekîtiya Jûra Dikandar û Pîşekaran di 9 mehên  ewil yên 2020an de 890 dikan ji ber zirarkirinê deriyên xwe girtine.  Cîgirê Serokê Lijneya Rêvebir ya Jûra Dikandarên Diyarbekirê Adîl Aydin got; ji ber bandora koronavîrûs û daketina nirxê lîreyî li hemberî dolarê Amerîkî, ew di rewşeke xirab de ne û divê hikûmet zêdetir piştgiriya dikandaran bike an dê hêj gelek dikandarên din îflas bikin.

Cîgirê Serokê Jûra Dikandarên Diyarbekirê Adîl Aydin ji K24ê re got: “Ji dewletê tu destek nayê. Ji me re gotibûn ku dê di vê pêvajoyê de deynên sîgortayê  dê bên paşxistin lê belê paşxistina deynên sîgorteyan nabe çareserî ji ber ku em ê di dawiya dawî de vî deynî bidin. Bi vê yekê jî barê me girantir dibe. Em ji dewletê dixwazin ku bila lêçûnên sîgorteyan ji kîsê xwe bide. Heger dewlet vê lêçûnê bide hinekê halê dikandaran baştir bibe.”

Li navçeya Sûrê gelek dikanên piçûk hene lêbelê herî zêde jî danûstandin ji van dikanên piçûk tê kirin. Li gorî nirxandina rayedarên qada aboriyê, heger tedbîr neyên girtin û piştgiriya dikandaran ji 25 hezar lireyî neyê zêdetirkirin dibe ku heta dawiya salê hejmara dikanên ku têne girtin bigihe hezar û 500î. Danûstandina li bazarê her çiqas sist bibe jî hêj berdewam e. Welatî ji kelûpelan zêdetir pêwîstiyên seretayî dikirin. Dikandar dibêjin; tenê bi danûstandina xwarin û vexwarinê çerxa aboriya wan nazivire.

Dikandar Ridvan Fîdanci dibêje: “Kar rawestiya ye, wekî berê kar tune ye. Li cem welatiyan jî pere neya ye. Dema ku pere tune be danûstandin jî tune ye. Ya girîng ew e ku ev nexweşî li ser welatiyan rabe. Gelek dikandarên me mexdûr bûn. Gelek kes ji karên xwe bûn. Dema ku dikandar kar nekin nikarin lêçûnên xwe dabîn bidin. Gava ku tune be neçar dimîne ku dikana xwe bigre.”

Dikandar Yavuz Çelîk got: “Ez 35 salî me, ev 30 sal in ku em li vê dikanê kar dikin. Me tu saleke wekî îsal xirab nedîtiye. Îsal hem ji ber koronavîrûsê û daketina nirxê lîreyî li hemberî dolarî qeyrana aborî dest pê kir. Em dikandar gelek zehmetiyên kar dibînin. Kar nabe. Bi her awayî dahat ketiye û lêçûn zêde bûne.”

Di pêvajoya koronavîrûsê de ji aliyê hikûmetê ve bo her dikandarê ku şert û mercên wî guncan in 25 hezar lîre kredî hat dayîn. Gelek dikandar dibêjin wan ji vê alîkariyê sûd wernegirtine. Dikandar wekî çareserî; dixwazin ku deynên wan ên sîgorteyê bên paşxistin û krediya bêfaîz û demdirêj ji bo wan bê dayîn.