Li Diyarbekirê werzê çinîna pembû dest pê kir

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi tevlîbûna parêzgar Munîr Karaloglû bi merasîmekê werzê çinîna pembû dest pê kir. Di merasîmê de Munîr Karaloglu amaje kir ku pembû bo Diyarbekir dahateke girîng e û hewl didin heta sala 2023an zeviyê pembû li Diyarbekir bikin 1 milyon dekar.

Li Diyarbekirê bi merasîmekê werzê çinîna pembû dest pê kir. Merasîm bi tevlîbûna parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglu dest pê kir û yekem berhemên zeviyên pambû hatin rakirin. Di merasîmê de Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglu da zanîn ku di sala 2019an de li Diyarbekirê 292 hezar ton pembû hatibû hşlberîn û îsal pêşbînî ew e ku ji sala borî zêdetir pembû were hilberîn. Cotkar Hasan Vûral jî amaje kir ku îsal rewşa pembû baş e lê divê bihayê pembû ji sala borî guncavtir be da ku cotkar dahateke baş bi dest bixin.

Cotkar Hasan Vûral ji K24ê re got: "Îsal pembû gelek baş e. Hem bereketa wê baş e û hem jî em hêvî dikin bihayê wê baş be. Bo serê donimê em pêşbîniya 600 kîlo dikin. Îsal baş e, biha jî di asteke baş de were destnîşankirin dê cotkar jî keyfxweş bibin."

Li gorî daneyên fermî di sala borî de Wezareta çandiniya Tirkiyeyê bo 3 hezar 768 cotkarên pembû ên Diyarbekirê 273 milyon û 428 hezar û 358 lîre piştgirî daye ku cotkaran, lê cotkar dibêjin ji ber ku lêçûna pembû bi teybetî di warê kehrebê de gellek e divê piştgirî were zêdekirin.  Cotkar Husamettîn Altay dibêje lêçuna çandiniya pembû ji ber rêbazên avdanê digihîje nêzîkî dahatê û ev yek dibe sedem ku cotkar berê xwe ji pembû ba bidin û çandiniya garis bikin.

Cotkar Husamettîn Altay dibêje: "Dema bi qenalan avdan tê kirin 70 hezar lîre lê diçe, lê  dema bi bîrê tê avdan lêçun 8 qat lê zêde dibe. Eger wisa bidome emê dev ji pembû berdin. Ji ber ku lêçûna wê zêde ye. Divê li gorî ku em bi Yewnanîstanê re ketine pêşbaziyê piştgiriya bo pembû serê donimê herî kêm 1500 lîre be."

Cotkar didin zanîn teybetmendiya pembûyê Diyarbekir ew e ku rengê wê spiyeke zindî ye û her wiha lîfên wê jî xurt in ku ev yek qelîteyê jî bilind dike. Di sala 2019an de li tevahiya Diyarbekirê li ser 478 hezar û 866 hektar erd de pambû hatibû çandin û niha armanç ew e ku dema projeyên avdanê yên ku çêkirina wan berdewam e xilas bibin hektara erdê kul i ser çandiniya pembû tê kirin bigihîje 3 milyon û 250 hezar hektarî.