Şandeke Perlemana Kurdistanê sardana Bexdayê dike

Perlemana Kurdistanê piştevanîya Hikûmeta Herêmê dike, da ku bikaribin bigihin rêkeftinekê û pişka Herêmê di budceya sala 2021 de bi cih bibe.
Cîgirê Serokê Perlemana Kurdistanê Hêmin Hewramî
Cîgirê Serokê Perlemana Kurdistanê Hêmin Hewramî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo piştgîrîkirina li hewldanên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryar e hefteya pêş şandeke bilind a Perlemana Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

ghghgh

Cîgirê Serokê Perlemana Kurdistanê Hêmin Hewramî ji rojnamevanan re ragihand got: “Em li Perlemana Kurdistanê gelek giring dibînin, ji bilî şanda hikûmetê bo Bexdayê, pêwîst e piştevanîya siyasî û perlemanî, şandeke Perlemanê serdana Bexdayê bike. ji ber vê yekê me biryar da ku hefteya bê şandeya bilind a Perlemana Kurdistanê serdana Bexdayê bike, da ku bi alîyên pêwendîdar re li Baxdayê gengeşeyan bike û nerînên Perlemanê yên di derbarê piştevanîya Hikûmeta Herêmê de bide nîşandan, da ku bikaribin bigihin rêkeftinekê û pişka Herêmê di budceya sala 2021 de bi cih bibe.”

Hewramî got jî: "Em careke din piştrast dikin ku şanda Hikûmeta Herêmê, şanda taybet bi guftûgoyê ye, lê pêwîstiya wan bi piştgiriya Perleman û Serokatiya Herêmê heye û hefteya bê jî şandeke bilind a Perlemanê ku ji nûnerên gelek firaksiyonan pêk tê dê serdana Bexdayê bike."

Diyar kir jî, ji bo şanda Perlemanê bişînin Bexdayê, li benda hewldanên kabîneya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ne û di wê derbarê de got: "Em li bendê ne ku kombûna Encûmena Wezîrên Iraqê were kirin û em bibînin ka ew çawa serderiyê ligel reşnivîsa projeya sala 2021an dikin û çawa derbas dibe. Giringî ew e ku ew bigihe Perlemanê Iraqê û li wir pêwîstiya wê bi piştgîriyeke siyasî ya girîng heye".

Derbarê civîna sêalî ya di navbera PDK, YNK û Tevgera Gorranê de got: “Her cure hevdîtin û têgihiştina aliyên siyasî dê bandoreke erênî li ser pirsgirêka siyasî ya Herêma Kurdistanê bike. Herêma Kurdistanê di nava kirîzeke darayî ya kûr de ye, nabe bi nakokiyên siyasî, êşa xelkê zêde bibe.