Aloziyên li Silêmaniyê bandorê li rewşa bazarê kiriye

Xwepêşandan û çêbûna wê rewşa nexwestî ya çend roj in parêzgeha Silêmaniyê girtiye, bandoreke mezin li ser rewşa aborî û karên dikandaran kiriye.
kurdistan24.net

Silêmanî (K24) – Xwepêşandan û çêbûna wê rewşa nexwestî ya çend roj in parêzgeha Silêmaniyê girtiye, bandoreke mezin li ser rewşa aborî û karên dikandaran kiriye. Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran diyar dike ku êrîşa ser saziyên hikûmetê û partiyan, bûye sedema kêmbûna liv û tevgera bazirganî.

Dikandar Usman Qadir li ser vê mijarê diyar kir; rojên ku li navenda parêzgeha Silêmaniyê xwepêşandan hatin kirin û tundî derket holê, ew weke dikandaran zirar dîtine, ji ber ku welatî ji rewşê ditirsin û dernakevin bazarê.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran Eta Mihemed destnîşan dike ku danûstandina bazirganî mijareke hestyar û nazik e, her rewşeke nexwestî, bandoreke xirab li ser liv û tevgera bazirganî dike û bi hêsanî jî asayî nabe.

Ti kes û alî, guman nake ku xwepêşandanên şaristanî û bêtundî mafekî asayî yê her kesî ye, lê dema di xwepêşandanan de tundî û alozî derkeve û hinek kes bi qestî êrîşî saziyên hikûmetê û dezgehên partiyan bikin û welatiyan şehîd bikin, mijar tê wê rewşê ku her kes jê zirar dibîne û rewşa bazar û debara welatiyan jî dikeve metirsiyê.