Zêdetir ji 20 rojan e Heseke bê av e

Piştî Serê Kaniyê û Girê Sipî û kontrolkirina westgeha Elûkê ya avê, hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, her demekê avê ji bajarê Hesekê qut dikin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Piştî êrîşên Tirkiyê yên li ser rojavayê Kurdistanê di 9 'ê Cotmeha 2019'an de û dagirkirina bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî û kontrolkirina westgeha Elûkê ya avê, hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, her demekê avê ji bajarê Hesekê qut dikin.

Peyamnêra K24ê li Hesekê da zanîn, zêdetir ji 20 rojan e hêzên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi Tirkiyê piştevaniya wan dike, careke din av ji ser bajarê Hesekê û gundewarê wê qut kirine.

Welatiyekî Hesekê ji K24ê re got: “Em ji 23 rojan ve bê av in. Av ji ser bajarê me hatiye birîn. Ava ku em dikirin jî, nirxê wê li gor me gelekî giran e. Herwiha ava bîrên li derdora Hesekê jî tehl e û ji bo vexwarinê nabe.”

Peyamnêra me diyar kir jî, tevî ku projeya Rêveberiya Xweser ya kişandina ava vexwarinê bi dawî bûye, lê heta niha bajarê Hesekê bê av e.”

Westega Elûk ya Avê li Serê Kaniyê ku 30 bîrên avê li xwe digre, xwedî girîngiyeke stratejîk e ji ber ku ava vexwarinê ji bajarê Hesekê û gundewarê wê rê dabîn dike û avê dide zêdetir ji milyonek kesî.