Iraq û Tirkiye vedigerin peymana sala 2009 ya li ser vîzeyê

Balyozê Iraqê yê li Tirkiyê ragihand, Bexda û Enqerê li ser vîzeya di navbera her du welatan de vegeriyane peymaneke sala 2009'an.
Iraq û Tirkiye vedigerin ser peymana vîzeyê
Iraq û Tirkiye vedigerin ser peymana vîzeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Iraqê yê li Tirkiyê ragihand, Bexda û Enqerê li ser vîzeya di navbera her du welatan de vegeriyane peymaneke sala 2009'an.

Balyozê Iraqê yê li Tirkiyê Hasan El-Canabî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: "Yek ji encamên girîng ên hevdîtinên bi aliyê Tirk re, biryara vegera li peymana sala 2009'an a wergirtina vîzeyê li firokxaneyan an jî li xalên deriyê sînorî ye."

Her wiha got: "Deriyên her du welatan dê ji nû ve ji tevgera welatiyan re werin vekirin û dê tengasî û zehmetiyên ku di van demên dawî de rû dane yên li ber herikîna tevgerê bibin asteng, ji holê rabikin."

Balyozê Iraqê got: "Ev pêşketin, ji ber piştevaniya siyasî ya bêsînor a Tirkiyeyê ji hikûmeta Kazîmî re ye."

Di Cotmeha borî de Tirkiyê erêkirina xwe ya ji bo dayîna vîzeyê ji bo Iraqiyên ku ji bajarê Mûsil ne ragihand.

Di Tîrmeha borî de Wezareta Derve ya Iraqê biryar dabû, peymana bi Tirkiyeyê re ya li ser vîzeya têketinê rawestandibû.