Serokê Huda-Parê bo K24: Em bi Erdogan re li ser pirsa Kurd axivîn

Li ser pirsa Kurdistan24ê, Îshak Saglam yekem car behsa naveroka hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu serdana Serokê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Îshak Saglam kir û piştî hevdîtinê serokên her du partiyan civîneke çapemeniyê li dar xistin û bersiv dan pirsên rojnamevanan.

Li ser pirsa Kurdistan24ê, Îshak Saglam yekem car behsa naveroka hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û eşkere kir ku ew di hevdîtinê de bi piranî li ser pirsa Kurd axivîne û herwiha Saglam li ser mijara vegera pêvajoya çareseriyê axivî.

Serokê Giştî yê Huda-Parê diyar kir: “Me ji Serokomar Erdogan re behsa meseleya Kurd kir, li gor divê hemwelatîbûna wekhev di destûra bingehîn de cih bigre. Kurd jî li hember neheqî û zilman dixwazin di destûra bingehîn de bêne naskirin. Li gor me hewceyî bi pêvajoyeke nû nîne, lewma hewceyî bi hişmendiyeke nû heye. Jixwe divê mafên bingehîn, nebe mijara bazariyê.”

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî li ser pirsa Kurdistan24ê eşkere kir ku Tirkiye di mijara pirsa Kurd de niha vegeriya kiryarên salên nodî û ji gelek pêngavan, paşve gav avêtiye.

Ahmet Davutoglu herwiha got: “Mixabin niha li Tirkiyê atmosfera salên nodî heye. Ew atmosfer siyaseta ewlehî û ziman û kiryarêb dijberî, bi taybetî li herêmên rojhilat û başûrê rojhilat serdest e. Niha bi sîstema qeyûman jî îradeya wan hatiye tinekirin. Kurd dixwazin bibin welatiyên wekhev, pêwîstî bi peyameke nû heye. Pêwîstî bi şoreşa hişmendî heye.”

Di hevdîtinê Davutoglu û Saglam de mijara vegera sîstema parlamenteriya bihêz jî hate axaftin. Serokê Huda-Parê Îshak Saglam da zanîn ku her çiqas ew pişgirî dabin sîstema serokatiyê jî, ew li dijî sîstema parlamenteriyê nînin û daxwaza wan a sereke ew e ku di her cûre sîstemê de serdestiya hiqûqê bê parastin û rêveberî jî were kontrolkirin.