Îso: Armanca Tirkiyê guhertina demografiya Serê Kaniyê ye

Rojnamevan Muhyedîn Îso diyar dike ku Tirkiye dixwaze demografiya Serê Kaniyê biguherîne û ji bo vê yekê jî nasname dide malbatên endamên DAIŞ û Cebhet El Nusrayê.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Rojnamevan Muhyedîn Îso diyar dike ku Tirkiye dixwaze demografiya Serê Kaniyê biguherîne û ji bo vê yekê jî nasname dide malbatên endamên DAIŞ û Cebhet El Nusrayê.

Rojnamevan Muhyedîn Îso ji bajarê Bremen ê Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser bicihkirina malbatên DAIŞê li Serê Kaniyê û guherandina demografiyê, rewşa aloz a ku li Serê Kaniyê rû dide, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Muhyedîn Îso destnîşan kir: “Armanca Tirkiyê li Serê Kaniyê ew e ku dixwaze demografiya wî bajarî biguherîne. Dergehê ku di navbera Serê Kaniyê û Ceylanpinarê de heye, vekirî ye. Hemû malbatên ji Idlib û gundewarên Şamê, heta malbatên Tirkmen yên ku berê li Serê Kaniyê bin an ne ji Serê Kaniyê bin, hemû kes di wî dergehê re derbas dikin Serê Kaniyê. Armanca wan guhertina demografiya Serê Kaniyê ye.”

Îso eşkere kir: “Hejmara miletê Serê Kaniyê ku di hundirê bajêr de dijiyan, dora 50 hezar kesî bûn, ji sedî 5 ji wan venegeriyane.”

Muhyedîn Îso diyar dike: “Di dema dawî de weke me dît, malbatên DAIŞê, yên ku bi Artêşa Azad re kar dikin, çi Sûrî bin, an Iraqî bin, an ji welatên din bin, dixwestin wan li wan deran bi cih bikin. Gelek kes hebûn ku di nav DAIŞê de kar dikirin, an di nav Cebhet El Nusra de kar dikirin, wan kesan li Serê Kaniyê bi cih dikin, dixwazin nasname bidin wan, ne tenê nasname didin wan, xanî û milkê xelkê, yên ku destê xwe danîn ser Encûmena Niştimanî li Serê Kaniyê, yên ku destê xwe danîn ser xaniyên xelkê, mal û milkên xelkê dixwestin bidin wan kesan.”

Ji bo rêlibergirtina guhertina demografiya Serê Kaniyê, Muhyedîn Îso diyar dike: “Divê her du encûmenên Kurdî di destpêkê de ew her du li hev bikin, bi kêmanî karibin dilê xelkê xweş bikin, ango em Kurd bi yek biryar in. Gava Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û Rêveberiya Xweser bi hev re karibin biryarekê bidin, wê demê rêxistinên sivîl jî dê karibin li dû wan bisekinin.”

Muhyedîn Îso eşkere kir ku xaniyê wî jî li Serê Kaniyê hatiye dagirkirin û got: “Xaniyê min li Serê Kaniyê wek nimûne ye ji 20 hezar xaniyên li Serê Kaniyê, dema ez berevaniyê li ber xaniyê xwe dikim, weke berevaniyê li hemû xaniyên Serê Kaniyê dikim. Wan destê xwe danîn ser û heta niha jî qebûl nakin ku jê derkevin, ew dixwazin ku em ji wan re bibêjin me ev xanî daye wan, lê em vê yekê  ji wan re nakin.”