Serok Barzanî: Hêvîdar im sala 2021an, sala bidawîbûna nexweşî û aloziyan be

Serok Barzanî sala nû li welatiyên Kurdistanê, malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman pîroz dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya sala nû ya zayînî, peyamek belav û hêvî xwast, sala 2021, sala dawîhatina pejik û nexweşî û giriftan be û aştî û bextewerî ji bo hemû welatiyên Kurdistan, Iraq û hemû navçeya me pêk bê.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî, pîrozbahiyê li welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê, malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Hêvîdar im sala 2021, sala dawîhatina pejik û nexweşî û giriftan be û aştî û bextewerî ji bo hemû welatiyên Kurdistan, Iraq û hemû navçeya me pêk bê.