Li Îranê merasîma salvegera Suleymanî û Muhendis dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Îranê vê sibê merasîma bîranîna yekem salvegera kuştina Fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis dest pê kir.
Kanala El Alem a Îranî ragihand; li Iraq û Sûriyê bi dehan fermandar û serkirde û şand gihiştine Îranê ji bo merasîma bîranîna Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis.
Fermandarê Feyleqa Quds Îsmaîl Qaanî, ku li şûna Qasim Suleymanî hatiye diyarkirin, got: “Her yek ji Suleymanî û Muhendis û hevalên wan, fermandar û serkirdeyek ji serkirdeyên bereya muqaweme bûn.”
Îsmaîl Qaanî herwiha got: “Suleymanî zilamê meydan û muqawemeyê bû. Ew qehremanê gelê Îranê û umeta Îslamê bû.”
Qaanî destnîşan kir: “Xweragiriya Lubnanê û rizgarkirina xaka Sûriyê û aramgiriya micahidên Iraqê hemû bi xebata şehîd Suleymanî berhem hat û wî jî li bin siya rêberê payebilind ê şoreşê gav diavêt.”
Îsmaîl Qaanî dibêje: “Ev tawana nemirovî ya Amerîkayê encam daye, derî ji bo ciwanên umeta Îslamê vekiriye ku tola xwe hildin.”