Li Sêrê Kaniyê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqînek rûda.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Serê Kaniyêrojavayê Kurdistanê teqînek rû da.

Jêderekî ji Kurdistan24ê re ragihand; bi rêya wesayîteke bombekirî teqînek li nêzîkî bazara hêşinahiyê li nav bajêr qewimî.

Li gor zanyariyên destpêkê, çar kesan jiyana xwe ji dest dane û di nav wan de zarok jî hene.

Wî jêderî amaje bi wê de, ji encama teqînê hejmarek birîndar jî hene.