Rolav: Gelên cîran ji muzîka Kurdî sûd werdigrin

Hunermenda dengbedew Rolav derbarê muzîkê de ji Kurdistan24ê re axivî.
Hunermend Rolav
Hunermend Rolav

Rewşa muzîka Kurdî li Kurdistana Sûrî mijara lêkolînê ye. Ew amûrên ku Çand û hûnera me lewaz kirine piraniya wan bi hervandin û herşandina hêmanên bingehîn a muzîka Kurdî bû li Sûriyê, mîna dengbêj, stranbêj, lawikbêj û çîrokbêjan.

Jiyana hunermendên me bi rojane di ber pêkanîna hişmendiya hezneteweyî û niştîmanperweriyê de bû û bi rengekî semyanî rolekî her buha û girîng lîstine. Ji destpêbûna dagîrkeriyê ve hewla vemirandin û talankirina muzîka Kurdî heye. Ev yek jî zelal û diyar dike çima piştî avakirina komarên dewletên dagîrker peyvên Kurd û Kurdistan qedexe kirin û li şûna wan dest bikaranîna navên “Tirkên Çiyayî”  kirin. Ev bûye yek ji pirsgirêka herî mezin a li pêşiya hunermendê me . Lê êdî xwedîlêderketin û dezgehîbûn û pêşketina medya û weşangeriya Kurdî dîwarekî asê li rêça hewldanên dagîrkeran ava kiriye.

Bi taybetî, tê pirsîn ka muzîk çawa dikare raman û zanistan di paşguhkirinê de dileyze.

Muzîk girêdanên di navbera civak û nerîna de vedikole û radyoyên Bexda, Êrîvan û Tehranê di demên xwe de roleke girîng di pêşketina muzîka Kurdî de lîstine bi taybetî bo hunermendên Kurdistana Sûrî û him bo verastkirina ramanên hemwelatiyên bêserûber, vegotina rexne li ser karûbarên neteweyî û hin tevgerên civakî-siyasî yên ku li guherînê digerin hatin vegotin û ji aliyekî din ve ziman û çanda me bi şêweyekî lihevhatî û bedew parast û pêşve bir.

Li ser vê mijarê hunermenda dengbedew Rolav derbarê muzîkê de ji Kurdistan24ê re axivî.

Çi hest bi giyanê te re vejinandin dema tu li muzîkê guhdarî dikî, nemaze muzîka Kurdî?

Rolav: Ez nikarim zimanên muzîkê ji hev veqetînim. Muzîk bi giştî perçeyek ji kesayetiya min e. Derbarê muzîka Kurdî de, ez pir caran guh didim dengên nemir ên mîna Eyşe Şan, Mihemed Arif, Tehsîn Taha û hwd.

Muzîkjena folklorî û giraniya karanîna wê di dema niha de bo te tê çi wateyê?

Rolav: Muzîka gelêrî hunerek pir fireh e, lê mixabin ew ji hêla gelên cîranên Kurdan ve hatiye bikaranîn. Ew ji folklora me sûd werdigirin, mînakî Tirk.  Baş e ku nifşê nûhatî folklora xwe nas bike.

Adet û kevneşopiyên li Kobanê hîn jî eşîrî ne û em kêm caran di warên hunerê de keçan dibînin.  Ew ji bo Rolav, bû asteng?

Rolav: Na. Berevajî vê yekê, wekî keçek ji Kobanî, malbata min rasterast piştgirî da min û ez spasdarê wan im. Ez dibînim ku rewşa Kobanî hatiye guhartin, ne wek berê ye.

Muzîka Kurdî bi giştî ji bo nasîna hestên welatparêzî tê bikaranîn, mîna Mihemed Şêxo, û ez bawer dikim ku te strana "Ey lê gulê gula minê" strandiye û ew  wekî stranek neteweyî li ser Kurdistan û ala neteweperweriyê vedibêjin, gelo li vir yek dikare bêje ku strana bi Erebî nasnameyê berevajî dike?!

Rolav: Wekî ku min berê bilêv kir, ji bo min pirsgirêka stranbêjî bi zimanekî din tune, her hunermend bi neteweya xwe ve girêdayî ye. Erka min bi hunerê re ku ez ji bo gelên din jî dengê xwe û peyama xwe bigihînim. Ez ji bo welatê xwe û bedewiya xwezaya welatê xwe bi dilxweşî stranan dibêjim wek li Ey lê Gulê.

Muzîk perçeyek çand e û mekanîzmayek girîng e ji bo ragihandina peyama aştî û hezkirinê.  Di van demên dawî de, ango, ji destpêka dagirkirina Efrînê û vir ve, herêmên me di demên dijwar re derbas dibin, û pirs ev e  gelo, bi riya muzîkê, bêtar çareser dibin ?!

Rolav: Ez dibînim ku têkiliya rasterast di navbera pirsgirêkên siyasî yên nehatî çareserkirin û huner de tiştekî çewt e, ji ber ku huner xwediyê peywirên din e, lewma nabe ku hunermend xwe bi partiyek siyasî ya taybetî ve girêbide û ji bo partiyek taybetî strana bêje, ji ber vê yekê ew hezkirina aliyê dijberî winda dike, wek ku te behs kir, huner mekanîzmayek ji bo gihandina aştî û hezkirinê ye.  Ez dibînim, çareseriya ku ji bandora hunerê bihêztir, yekrêziya mala Kurdî ye.

Jînenîgariya hunermend Rolav 

Rolav di nav malbateke hunerî de mezin dibe û bi piştgirtiya malbata wê û bi dengê xwe yê xweş dibe xwedan hesteke pir nazik di nava malbat û hevalên xwe de. Rolavê di sala 2014an bi rengekî fermî dest bi karê muzîk û gotina stranên kurdî kir ku li bajarê Helebê komeke muzîkê bi navê Heyv afirandin û yekem strana xwe Oy Yarê tomar kirin ku ew stran bû sedema serkeftina komê û ew kom bû xwedan cemawerek pir mezin ku ev tişt dihêle Rolav bihêztir karê xwe yê muzîkê bidomîne û bi vî rengî Rolavê di heman komê de gelek stranên Kurdî yên gelerî nûjen kirin û bi stîl û şêweya xwe belav kirin, Rolav bû xwedan cemawereke gelek mezin û fireh li her çar aliyên Kurdistanê.

Rolav di gelek aheng û festîvalên fermî de bi dengê xwe beşdar bû û hate vexwendin, weke mînak:

- Konsera di awazan de em jiyana xwe dibînin (Heleb).

- Festîvala roja cîhanî ya dijî tendutujiya li dijî jinan bi riya rêxistina Neteweyên Yekbûyî.

- Konsera ji bo piştgiriya zarok û jinên penaber bi riya komeleya Levantina.

Di sala 2019an de ji ber rewşa lawaz a şerê ku li Sûriyê diqewime, Rolav neçar bû ku berê xwe bide Almanyayê û jiyana xwe li wir berdewam bike, niha Rolav li bajarê Hannoverê dijî û bi karê muzîkê yên nû û xwendina endazyariyê ve mijûl e.