"Trump dixwaze partiyekî siyasî damezrîne"

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku Donald Trump bi şêwirmendên xwe re ser avakirina partîyeke nû axiviye.
WSJ: Donald Trump dixwaze partiyekî siyasî damezrîne
WSJ: Donald Trump dixwaze partiyekî siyasî damezrîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku Donald Trump bi şêwirmendên xwe re ser avakirina partîyeke nû axiviye.

WSJ bi zimanê hin jêderên ku ser danûstandinên Trump yên bi şêwirmendan re hin agahîyan dizanin dîyar kir ku navê partiya nû dê "Partîya Welatperwer" be.

Koşka Spî hîn ser îdiaya WSJê ti şîrove belav nekiriye.

Li gor nûçeya WSJê, bo avakirina partiyeke sîyasî ya nû dem û diraveke pir divê û hîn nayê zanîn ku Trump di vê mijarê de çiqas cidî ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî bûyerên tundiyê yên li Kongresê hin Komariyan ser helwesta Trump bertek nîşan dabûn.

Rêberê Komariyên li Civata Senatoran Mitch McConnel roja Sêşemê, di axaftina pêşî ya li senatoyê de diyar kir ku kesên êrîşî avahiya Kongresê kirine "çete" ne.

McConnel diyar kiribû ku Donald Trump û hin kesên din yên hêzdar "bi derewan ketine serê çeteyan".

Ew gotinên McConnel gotinên wî yên herî tund in ku heta niha dijî Trump bi lêv kirine.