Li Derbêsiyê hêzên asayişê hejmarek mamoste binçav kirin

Asayişa li rojavayê Kurdistanê di heyama du rojên borî de zêdetir ji 10 kesên sivîl li bajarokê Dirbêsiyê binçav kirine.
Xwepêşandana xwendekarên bajarokê Dirbêsiyê - Wêne: Tora civakî
Xwepêşandana xwendekarên bajarokê Dirbêsiyê - Wêne: Tora civakî

Navenda Nûçeyan (K24) – Asayişa li rojavayê Kurdistanê di heyama du rojên borî de zêdetir ji 10 kesên sivîl li bajarokê Dirbêsiyê binçav kirine.

Çalakvanên Dirbêsiyê hejmarek wêne û girtevîdyo li tora civakî belav kirin û dibêjin, di du rojên borî de hejmarek mamosteyên ku dersên perwerdeya hikûmeta Sûriyê didin xwendekarên qonaxa navîn û amadehiyê ji aliyê hêzên asayişê ve hatine binçavkirin.

Çalakvanan diyar kirin, ji bo azadkirina wan mamosteyan, duhî malbatên mamosteyan û hejmarek ji xwendekaran derketin xwepêşandanê, lê endamên asayişê êrîşî xwepêşanderan kirin û hejmarek xwepêşander jî binçav kirin.

Ji aliyê xwe ve, Emîndariya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand, “Dezgehên ewlekariyê yên ser bi PYDê ve roja 19ê Çile hejmarek mamoste li Dirbêsiyê binçav kirin. Navên wan mamosteyan: Ebdulhemd Elîko, Idrîs Şerîd, Idrîs Elîko, Mihemed Silêman, Îbrahîm Silêman û Delîl Şêxmûs in.”

Herwiha ENKSê binçavkirina wam mamosteyan şermezar kir û daxwaza azadkirina wan kir û got: “Ev kiryarên xirap dikevin warê kûrkirina nakokiyan, ji ber ku PYDê çarenivîsa xelkê di hemû warên siyasî, aborî, perwerde û rewşenbîrî xistiye destê xwe.”

Di sala 2015an de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser minhacê xwe derbasî dibistanên devere kiriye û rê nade xwendekar minhacê hikûmetê li deverên Rêveberiyê bixwînin.

Xwediyên xwendekaran dibêjin, danpêdana fermî bi minhacê Rêveberiya Xweser tune ye û zarokên wan ên ji dibistanên Rêveberiyê derçûne, nikarin li zanîngehên Sûriye û ne jî li derevî welat xwendina xwe temam bikin.