Mesrûr Barzanî: Me bi bihayê 12 milyar dolaran projeyên xizmetgûzariyê pejirandine

Li dirêjiya karên vê Kabîneyê de, Desteya Weberhênanê, çendîn proje pejirandiye ku dike 12 milyar dolar.
Wêne: Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Wêne: Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hewlêr (K24) - Mesrûr Barzanî radighîne, di dema Kabîneya Nehem de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi gujmê 12 milyar dolaran projeyên xizmetguzariyê pejirandiye.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çend twîtan de li hesaba xwe ya taybet li Twîtterê ragehand, di dema karkirina vê Kabîneyê de, desteya weberhênanê destûra karkirinê bi gujmê 2.56 milyar dolar derxistiye.

Ev pêngav jî, tenê destpêka bernameya me ya dewlemend e, ji bo geşepêdan di kerta taybet de. Fireh jêderiya aborî, bi wê wateyê tê ku hemu kart û warek, derfeta pêşxistinê pê were dayîn.

Li dirêjiya karên vê Kabîneyê de, Desteya Weberhênanê, çendîn proje pejirandiye ku dike 12 milyar dolar. Ev proje di gelek waran de digre nav xwe wekî warên pîşesazî, nîştecîbûn, perwerde, geştûguzar, werziş, bazirganî, tendirustî û çandinî.