Hikûmeta Skotlandê nameyeke bi Kurdî dişîne Kurdên li wî welatî

Wezîra Yekem a Skotlandê Nicola Sturgeon di nameyekê de bi zimanê Kurdî ji Kurdên li Skotlandê daxwaz dike; dema ku vaksîna dijî Koronayê were pêşkêşkirin, ji bo parastina xwe û malbata xwe, biçin vaksînê werbigrin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Yekem a Skotlandê Nicola Sturgeon di nameyekê de bi zimanê Kurdî ji Kurdên li Skotlandê daxwaz dike; dema ku vaksîna dijî Koronayê were pêşkêşkirin, ji bo parastina xwe û malbata xwe, biçin vaksînê werbigrin.

Name bi zimanê Kurdî zaravayê Soranî hatiye nivîsandin û tê de Nicola Sturgeon behsa hatina cûreyeke nû ya vîrusa Koronayê tê kirin, ku hêsantir belav dibe û neçar mane ku pêngavên zêdetir ji bo rêgirtina belavbûna wê vîrusê biavêjin.

Wezîra Yekem a Skotlandê ragihandiye; tevî ku pêketiyên Koronayê li welatê wan careke din bilind bûye ji ber hatina zicîreya nû ya Koronayê, lê bikaranîna vaksînê, şêwaza herî baş a xweparastina ji vê vîrusa kujer e.

Şandina vê nameyê bo Kurdên nişteciyên Skotlandê di demekê de ye ku heta niha 168 hezar kes li Skotlandê bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetirî 5 hezar û 500 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

null