Destûra nû.. Hewas Egîd: Rejîma Sûriye dixwaze dem derbas bike

Aliyên din dixwazin bêhtir meseleya vegûhestina demkî herwiha meseleya girtiyan, meseleya penaberan, meseleya mafên mirovan û parastina mafên mirovan di hindûrê Sûriyeyê de wek xalên bingehîn ên destûrê û avakirina desteyên serbixwe giftûgo bikin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Hewas Egîd derbarê Gera 5'emîn a Danûstandinên Komîteya Destûra Sûriye de dibêje; "Bi kurtayî ez dikarim bêjim heta niha em nikarin bêjin pêşveçûn hene. Lê hewldan hene li ser bingeha bikarin kêmahîhinek xal, xalên hevbeş di vê qonaxê de bikarin bigihîjinin û giftûgo li ser werin kirin."

Hewas Egîd ji Cinêvê bersiva pirsên Cemal Batûn dan. Hewas Egîd, Endamê Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyeyê ye; Herwiha şêwirmendê Komîteya Pêkhateyan e.

Di axaftina xwe de destnîşan dike ku;  "Di van geran de heta niha hişmendî û nêzîkbûna nivîsandina destûrê ya çareserkirina siyasî giştî heye hebû û hêj ew hişmendî berdewam e."

Hewas Egîd wiha dibêje: 

"Rejîm naxwaze derbas be meseleya gûftûgoyan rastûrê bibe li xalên wek li hev kirin li ser çêbûbûn; xalên bingehîn ên destûrê. Hîn xelk û nûnerên rejîmê ên li vê derê hazir bin du sê tiştên mixabin di baweriya me de belkî dem ser re derbas bûne hîn bi wî mejî, bi wê helwestê nêzîk be. Mesela ûrbeta Sûriyeyê, mesela deswerdanên di hindûrê Sûriyeyê de, serweriya Sûriyeyê, serweriya wê ya têkiliyên ji derve serweriya wê a danîna peymanan hîn bi vê hişmendiyê nêzîk dibe. Bes tenê ji ber meseleya dem derbas bike. 

Herwiha di beşên din ên opozîsyonê de jî hinek xalên nakok hene. Lê wek hevpeymanekê di nav wan de heye, nêzîkî xalên nakok nebin. Bêhtir wek li hevkirina heyî ew xalên hevbeş ên bingehîn ji meseleya destûrê de wan bi rengê xwe ê giştî wekî dibêjê danûstandinê li ser bikê. Sê beş hene. Di hindûrê beşê 3'yan de jî nêrînên cûda hene. Yek jê wek rejîmê, tenê dixwaze demê derbas bike. 

Aliyên din dixwazin bêhtir meseleya vegûhestina demkî herwiha meseleya girtiyan, meseleya penaberan, meseleya mafên mirovan û parastina mafên mirovan di hindûrê Sûriyeyê de wek xalên bingehîn ên destûrê û avakirina desteyên serbixwe giftûgo bikin. 

Bi kurtayî ez dikarim bêjim heta niha em nikarin bêjin pêşveçûn hene. Lê hewldan hene li ser bingeha bikarin kêmahîhinek xal, xalên hevbeş di vê qonaxê de bikarin bigihîjinin û giftûgo li ser werin kirin."