Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Izet Silêman Beg Dergeleyî koça dawiyê kir

Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û kesayetiyê diyar ê devera Soranê Izet Silêman Beg Dergeleyî koça dawiyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û kesayetiyê diyar ê devera Soranê Izet Silêman Beg Dergeleyî koça dawiyê kir.

Qeymeqamê berê yê Soranê Kurmanc Izet ku kurê Izet Silêman Beg Dergeleyî ye li hejmara xwe ya tora civakî nûçe koça dawiyê ya bavê xwe ragihand.

Izet Silêman Beg Dergeleyî Pêşmergeyekî Şoreşa Îlonê ye, hilgirê medelyaya Barzanî bû û yek ji kesayetiyên diyar ên devera Soranê bû û rol û xebata wî di berxwedana kurdî de hebû.