Asayişa Rojava dorpêça li ser navçeyên rejîma Sûriyê li Hesekê û Qamişlo rakir

Di hember de jî hêzên rejîmê dê dorpêça ser Şehbayê rakin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) dorpêça li ser navçeyên rejîma Sûriyê li Hesekê û Qamişlo rakir, di hember de jî dê hêzên rejîmê dorpêça ser Şehbayê rakin û Rusiya jî ku rola navbênkariyê dibîne, dê çavdêriya cîbicîkirina rêkeftinê bike.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniykê de raghand, ji bo dema çend rojan alozî di navbera hêzên wan û yên rejîma Sûryê de li Hesekê û Qamişlo derket ku armanc jê têkdana ewlehiya li wan her du bajaran bû.

Asayşê diyar kir, ew kar li ser bidawîanîna wê rewşa aloz dikin û ji ber vê yekê jî wan rê da ku rewş vegere mîna berê û tevahiya keresteyên xwarinê û derman û kerestên sotemeniyê derbasî navçeyên hikumetê bibin.

Tekez jî kiriye ku wan ev gav ji bo parastina yekparçeya axa Sûriyê û ji bo rêgirtina li ber rijandan xwîna Sûriyan avêtiye.

Ji ber ku hêzên rêjîma Sûriyê herêma Şehbayê û taxên kurdan li Helebê xistine dorpêçê û rê nade xwarin û sotemenî derbasî wan deveran bibe, ev nêzîkî mhekê ye jî hêzên asayişê çargoşeya ewlehiyê (herêmên rêjîma Sûriyê) li Qamişlo û Hesekê xistine dorpêçê û fişarê li rêjîma Sûriyê dike ji bo dorpêça li ser herêma Şehba û taxên kurdan li Helebê veke.

Di çend rojên borî de jî alîgirên rêjîma Sûriyê li bajarê Hesekê derketibûn xwepêşandanan û alozî di navbera endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî û endamên Asayişê de derketibû.