Amerîka pêdeçûnê di belavbûna serbazên xwe li hemû cîhanê de dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand; welatê wî pêdeçûnê di belavbûna serbazên xwe yên li hemû cîhanê de dike.
Lloyd Austin di daxuyaniyekê de diyar kir: “Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) bi biryara serok (Joe Biden) belavbûn û stratejî û erkên serbazên artêşa Amerîkayê li cîhanê dinirxîne.”
Austin eşkere kir: “Encamdana vê nirxandinê, dê bi şêwra ligel hevpeyman û hevparên me bibe.”
Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê behsa çawaniya nirxandina ku dê were kirin, nekir.