Huda-Par: Eger navê netewekê hebe divê navê kurd jî di makezagonê de hebe

Cîgirê Serokê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu dibêje, eger di makezagonê de pênaseya netewayetiyê hebe, divê peyv a Kurd jî di makezagonê de cih bigire.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Derbarê çêkirina makezagonek nû de partiyên oldar ên wek Partiya Doza Azad (Huda-Par) û Partiya Saadetê dibêjin divê makezagona nû bikaribe pirsa Kurd jî çareser bike. Partiyên oldar dibêjin nabe ku di makezagonek nû de xalên wisa hebin kur ê li ber guherîna wan girtî be û wê demê dê nebe makezagonek sivîl.

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, pêwîstiya Tirkiyeyê bi makezagonek nû û sivîl heye, ev yek ket rojeva partiyên din ên siyasî de jî. Partiyên opozîsyonê jî û partiyên nêzîkî desthilatê jî piştgiriya makezagonek nu dikin, lê her partiyek li gor xwe nêzîkî mijarê dibin. Partiya Doza Azad (Huda-Par) ku partiyek oldar e dibêje divê makezagona nû sivîl be, azadîparêz be û bi beşdariya her aliyê civakê pêk were. Cîgirê Serokê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu jî anî zimên ku eger di makezagonê de pênaseya netewayetiyê hebe, divê peyv a Kurd jî di makezagonê de cih bigire.

Cîgirê Serokê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglû ji K24ê re got: "Eger di makezagonê de behsa qewmekê were kirin, divê behsa Kurdan jî were kirin. Madem Kurdan jî di avakirina vê komarê de xwîn daye û behsa damezrênerên vê komarê were kirin, divê di makezagonê de nasnameya Kurd jî were naskirin."

Derbarê nîqaşên ser makezagonek nu de aliyê opozîsyonê her çiqas piştgiriya mekzagonek nu bike jî Partiya Saadetê dibêje desthilat ji bo ku rojevê bide guhertin û raya giştî mijul bike mijara makezagona nu avêtiye holê. Serokê Şaxa Diyarbekir ê Partiya Saadetê Fesîh Bozan dibêje teqez divê bi makezagona nu pirsa kurd were çareserkirin lê eger desthilat pabendê yasayan nebe makezagonek sivîl jî be, serbazî jî be bê wate ye.

Fesîh Bozan dibêje: “"Piştî ku azadiya ramanê nebe, Kurd nekaribin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, zilm û zordarî hebe, wê demê makezagonê serbazî jî be bê wate ye makezagonek sivîl jî be bê wate ye."

Partiya Doza Azad (Huda-Par) û Partiya Saadetê her du partî jî li dijî wê yekê ne ku di makezagonek nu de xalên ku pêşî li guhertina were girtin hebin. Ji ber ku di makezagona niha de her sê xalên destpêkê wek xalên ku nabe werin guhertin cih digirin û heta hatiye gotin ku tikes nikare guherîna sê xalên destpêkê pêşniyar jî bike.