Roleke aktîv a Krîstiyanan di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de hebû

Krîstiyanên Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê, bi awayekî aktîv beşdarî tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê bûn.

Hewlêr (K24) – Krîstiyanên Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê, bi awayekî aktîv beşdarî tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê bûn. Aşûriyên devera Soranê weke piraniya xelkê herêmê rastî awarebûn û Enfalê hatine û wan roleke berçav di şoreşan de lîstine, bi taybetî jî di Şoreşa Îlonê de.

Serkîs Silêwe, bi cilûberg Kurdekî Başûrê Kurdistanê ye, bi ola xwe Krîstiyan e û bi eslê xwe Aşûrî ye û ji malbateke şoreşger û navdar e. Serkîs 73 salî ye û xelkê gundê Bêdyal ê li devera Barzan e. Niha li bajarokê Diyana niştecî ye.

Bavê Serkîs yawerê Mela Mistefa Barzanî bû û beşdarî Komara Kurdistanê ya li Mehabadê bûbû, ew bi xwe jî tevî malbat û xizmên xwe careke din heta 10 salan li Îranê aware bûye û bûye Pêşmerge.

Krîstiyanên Soranê bi awayekî aktîv beşdarî şoreşên Kurdistanê bûne û gelek qurbanî dane. Piştî Raperînê li Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar in û erk û mafên wan parastî ne.

Krîstiyanên Kurdistanê ji ber ku beşdarî tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê bûne, di çavên desthilatdarên Iraqê de ciyawazî li wan nehatiye kirin û rastî mişextî û kuştinê hatine.