Hejmara nû ya kovara Dilopê derket

Kovara Dilopê ku li Bakurê Kurdistanê weşanê dike bi hejmara xwe ya 19an derket pêşberî xwînerên xwe.
Hejmara 19 ya Kovara Dilop
Hejmara 19 ya Kovara Dilop

Navenda Nûçeyan (K24) - Kovara Dilopê ku li Bakurê Kurdistanê weşanê dike bi hejmara xwe ya 19an derket pêşberî xwînerên xwe. Kovara ku di Newroza 2018an de dest bi weşanê kiribû, bi hejmara xwe ya nû ra 3 salan li dû xwe hêşt û bû 4 salî.

Kovara Dilopê ku 2 mehan carekê bi zimanê Kurdî û Tirkî di warê çand-huner û polîtîkayê de weşanê dike bi hejmara xwe ya nû ya 19an derket pêşberî xwînerên xwe. 

Kovar di dosyeya hejmara xwe ya nû da meseleya bişaftinê nîqaş dike. Bulent Kuçukê hîndekarê Zanîngeha Bogaziçiyê yê “yek ji zarokên ku zimanê wî hatiye dizîn” roportajê daye V.Metin Bayrak û tê de li ser dahûrandina bêzimaniyê perspektîfeke pirr-alî peşkeş dike.

Bariş Avşar di hejmara nû ya kovarê de şaristaniya Urartuyê hildide dest û serencama wan bi awayê çîrokbêjekî pêşkêşî xwîneran dike. Sezai Sariogluyê şair jî ji Urartuyan wê de serdana bajarê Qersê dike, çavdêriyên xwe yên vê serdanê weke şairekî radigihîne.

Mesut Alpê arkeolog nivîsên xwe yên li ser mîtan berdewam dike û bi van nivîsan dide pey bermayiyên mîtan ên îroyîn. Alp, di vê hejmarê de mîta Şahmaranê hildide dest, zanînên şaş ên derheqê wê de nîqaş dike û bermayiyên wê yên îroyîn ên di jiyana rojane de bi mînakan li ber çavan radixe.

Ayhan Erkmen çîrokbêjek e ku çîrokan ji xwe re kiriye derd, daye dû wan û wan berhev dike û dixwaze bigihîne gel. Ronî Nasirkaya di vê hejmarê de ligel Erkmen hevpeyvînek kiriye û serencama wî ya di vê qadê de bi hemû aliyan gihandiye xwîneran.

Di vê hejmara nû de nivîseke balkêş jî ya Ozan Serhedî ye ku derheqê klamên Şakiro de analîzekê dihewîne. Serhedî li hêmayên ‘erotîk’ ên klamên Şakiro kolaye û wan bi mînakan raxistiye ber çavan.

Yaşar Kemal di 28ê Sibata 2015an de wefat kiribû. Lêkoler Mehmet Bayrak di vê hejmarê de hevnasîna xwe û wî nivîsiye, sekna wî ya serbilind a li hemberî meseleyên polîtîk û nemaze bangên wî yên derheqê kêşeya Kurd de cardin bi bîra xwîneran xistiye.

Xelef Diljanê rengvan di xebatên xwe de hêmayên kurdî rengîntir dike her weke vê hejmara kovarê jî wisa kiriye. Hevpeyvîna ku Mela Mihyedîn ligel Diljan kiriye strana Ozan Brader a navdar tîne bîra xwîneran: “Lo lo rengvano”.

Wênesaz Fewzî Bîlge jî dîsa bi wêneyeke xwe reng dide kovarê. Di hejmarê de Çîdem Baran, Bulent Gedîk, Bengi Berfin Odabaşi, Savaş Yadirgi, Veysi Ulgen, Ragip Încesagir, Îbrahîm Genç û Şeyhmus Diken bi nivîsên xwe, Arjen Arî, Mela Ehmedê Namî û Hejar Mukriyanî jî bi helbestên xwe li pêşberî xwîneran in.