Iraqê ji Çînê du milyon derziyên vaksînê daxwaz kir

Çîn amadebûna xwe nîşan daye ku di meha bê de karwaneke din a vaksînê bişîne Bexdayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Iraqê daxwaza du milyon derziyên dijî Koronayê yên Çînê kiriye û Çîn amadebûna xwe nîşan daye ku di meha bê de karwaneke din a vaksînê bişîne Bexdayê.

Wezareta Derve ya Iraqê bi fermî kirîna du milyon derziyên vaksîna Sinopharm ji Çînê daxwaz kiriye, Çîn jî amadebûna xwe nîşan daye û ragihandiye ku di meha Nîsanê de karwaneke din a vaksînê bişînin Iraqê.

Ev daxwaz bi rêya pêwendiyeke telefonî ya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ligel hevtayê wî yê Çînî hatiye diyarkirin û herwiha di pêwediya telefonî de bihêzkirina pêwendiyên bazirganî yên navbera herdu welatan û rola kompaniyên Çînê li Iraqê hatiye axaftin.

Roja 2yê Adara 2021ê, yekem karwana vaksînê ji Çînê gihîşte Iraqê ku 50 hezar derzî bûn, ji wê beşê, 5 hezar derzî bo Herêma Kurdistanê hatin şandin û helmeta lêdana vaksînê dest pê kiriye, ku di destpêkê de bijîşk û karmendên tendirustiyê vaksînê werdigrin.