Li Eyn Îsayê şerekî giran derketiye

Li ser riya navdewletî M4ê şerekî giran di navbera çekdarên ser bi Tirkiye ve û şervanên HSD de derketiye û kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser riya navdewletî M4ê şerekî giran di navbera çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de derketiye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, piştî ku çekdarên ser bi Tirkiyê ve hewl dan derbasî baregehên HSDê li Eyn Îsayê bibin, şerekî giran di navbera her du aliyan de li nêzîkî gundê Melaq li rojavayê Eyn Îsayê derket.

Li gor zanyariyên Rewangehê, hejmarek kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Demek e grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine. HSD jî dibêje, ew ji bersiva wan êrîşan didin û nahêlin Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve bi pêş ve bên.

Nahiya Eyn Îsayê li başûrê rojhilatê Kobaniyê li ser riya navdewletî M4ê dikeve. Piştî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdaran li ser Girê Sipî û Serê Kaniyê, hin hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê li derdora wê nahiyê bi cih bûne.