Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 14 kes ji Efrînê revandin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyên kurd ên Efrînê bi armanca standina fidyeyê direvînin.
Gundê Coqê yê Efrînê
Gundê Coqê yê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyên kurd ên Efrînê bi armanca standina fidyeyê direvînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê El-Hemzat bi mebesta standina fidyeyê ji xelkê Efrînê, roja 15ê Adarê 6 welatî ji gundê Coqê yê ser bi Efrînê ve revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mistefa Kemal Seîd, Kemal Wehab Seîd, Îsmaîl Ilêwî, Mihemed Qasim, Ciwan Osman Qere, Basil Hesen Mûsa.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar El-Hemzat roja 15ê Adarê bi ser gundê Mûskê li navçeya Raco de jî girt û 8 kes jê revandin. Piştî ku çekdaran fidye ji wan standin, ew berdan.

Navên kesên ji gundê Mûskê hatibûn revandin: Ferîd Hesen Dahod, Mistefa Qadir Mistefa, Xelîl Qadir Mistefa, Rêzan Bilal, Hebeş Bekir Maco, Ebdo Mihemed Sîno, Mihemed Mehmûd.

Sê sal di ser dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran re derbas dibin. Li gor amarên rêxistinên mafên mirovan, di heyama van sê salan de, zêdetir ji 7 hezar welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa beşeke mezin ji wan ne diyar e.