ENKS: Hebûna kurdan li Efrînê tê armanckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) binpêkirinên mirovî û kiryarên li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin şermezar dike û bang li Tirkiyê grûpên çekdar ji Efrînê derxîne û rêveberiya bajêr radestî xelkê wê yê resen bike.
Emîndariya Giştî ya ENKSê di sêyemîn salvegera dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên ser bi wê ve, xelkê Efrînê yê resen ê kurd rojane rastî tawan û binpêkirinên revandin, eşkencedan, dizî û talan, destdanîna mal û zeviyan, têkdana cihên giştî, têkdana bi mebest a cihên dîrokî û şûnwaran û bicihkirina koçberên navçeyên din ên Sûriyê tên.
ENKS di daxuyaniya xwe de aşkere dike, ev hemû tawan û binpêkirin bi armanca guhartina demografî Efrînê û li dijî hebûna kurdan li wê herêmê tên kirin. Tevî ku ev binpêkirinên mirovî yên li dijî xelkê Efrînê tên kirin ji aliyê rêxistinên mirovî û yasayî ve tên belgekirin, lê hîna ev binpêkirin û êş û azara Efrîniyan berdewam e.
ENKS di daxuyaniya xwe de van binpêkirinan şermezar dike û bang li sazî û rêxistinên navdewletî dike van binpêkirina rawestînin û herwiha bang li Tirkiyê dike, ta ku bi erkê rabe û grûpên çekdaran ji nava gund û bajaran derxîne û rêveberiya bajarê Efrînê radestî xelkê wê resen bike.
Herwiha ENKS daxwaz ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) dike, rêkeftinên bi ENKSê re yên derbarê rawestandina binpêkirinan û vegeradina koçberan îmze kirine bi cih bîne.
Li dawiya daxuyaniyê ENKS bang li Amerîka û Rûsyayê dike bilez pêvajoya Cenêvê û biryara navdewletî 2254 aktîv bikin, ji bo çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyêre bibînin ku di çarçoveya wê de Sûriyayeke demokratîk, firehalî û federalî bê avakirin û mafên kurdan û hemû pêkhateyên din di destûrê de bêne misogerkirin.