Êrîşa çekdaran li ser Eyn Îsayê 3 roj in berdewam e

Sê roj in li derdora bajarokê Eyn Îsayê şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê ve û şervanên HSDê de derdikevin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sê roj in li derdora bajarokê Eyn Îsayê şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê ve û şervanên HSDê de derdikevin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji bo roja sêyem grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hewl didin derbasî navçeyên HSDê li gundewarê Eyn Îsayê bibin û şer di navbera wan û şervanên HSDê de derdikeve.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ji her du aliyan kuştî û birîndar hene û şervanên HSDê hejmarek ji otomobîlên leşkerî yên çekdaran têkşikandine.

Demek e grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine. HSD jî dibêje, ew ji bersiva wan êrîşan didin û nahêlin Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve bi pêş ve bên.