HSD: 16 çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Eyn Îsayê hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – HSD radigihîne, di şerê li gundewarê Eyn Îsayê de 16 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin û otomobîleke leşkerî ya çekdaran hat şikandin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê duhî êrîşî gundewarê Eyn Îsayê kirin, ji ber wê jî şerekî giran derket.
HSDê daye zanîn, 16 çekdar hatin kuştin, hejmarek jî birîndar bûn û otomobîleke leşkerî ya çekdaran hat şikandin.
Li gor medyaya nêzîkî HSDê jî, di encama topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran li ser gundewarê Eyn Îsayê de, hejmarek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.