Elî Ewnî peyama hevxemiya Serok Barzanî gihand malbata Qedrî Yildirim
Diyarbekir (K24) - Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî li ser navê Serok Mesûd Barzanî li Diyarbekirê serdana malbata Prof.Dr. Qedrî Yildirim kir û peyama hevxemiya Serok Barzanî gihand malbata Qedrî Yildirim û got; bila bê zanîn ku Serokê we hay ji we heye û qedir dide qelama we.
Akademîsyen û pisporê zimanê kurdî Prof. Dr. Qedrî Yildirim di 26ê Adarê de li Diyarbekirê wefat kiribû. Piştî wefata Mamoste Qedrî Yildirim, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kiribû.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî, li ser navê Serok Mesûd Barzanî li Diyarbekirê serdana malbata Prof.Dr. Qedrî Yildirim kir û peyama hevxemiya Serok Barzanî gihand malbata Prof. Dr.Qedrî Yildirim.
Elî Ewnî got; peyama Serok Barzanî ew e ku ne tenê bo Qedrî Yildirim belkû bo hemû wan kesên di tor û edeb û çanda kurdî de dixebitin, da bizanin Serok Barzanî hay ji we heye, hay ji westiyana we heye û qedrê dide qelema we û bizanibin miletê we û Serokê we qedrê qelema we dizane û hûn ezîzên gelê xwe ne û karê we û westiyana we bo we serbilindî ye û bo me jî man û jiyan e.