Dadgeha Destûrê îdianameya girtina HDPê paşve vegerand

Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê di civîna xwe ya rojevê de doza ku ji aliyê Serdozgerê Komarî ya Dadgeha Bilind Bekir Şahin ve hatiye vekirin, nirxand.
Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê
Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê di civîna xwe ya rojevê de doza ku ji aliyê Serdozgerê Komarî ya Dadgeha Bilind Bekir Şahin ve hatiye vekirin, nirxand.

Lijneya Giştî di îdianameyê de kêmasî tespît kirin û ji bo temamkirina kêmasiyan, biryar da ku îdianameyê vegerîne Serdozgerê Komarî ya Dadgeha Bilind.

Piştî ku îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ve were sererastkirin, Dadgeha Destûrê car din dê îdianameyê binirxîne.

Lijneya Giştî dê piştre car din bicive û ragihîne ku îdianame hatiye qebûlkirin an na.