Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala Babilî Aşûrî

Serok Mesûd Barzanî bi boneya sersala nû ya Babilî Aşûrî û cejna Ekîto, peyameke pîrozbahiyê asarteyî gelên Kildan, Siryan û Aşûrî yên li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê kir.
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya sersala nû ya Babilî Aşûrî û cejna Ekîto, peyameke pîrozbahiyê asarteyî gelên Kildan, Siryan û Aşûrî yên li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim, hêviya ewe dixwazim, serê sala nû ya Aşûrî Babilî destpêkeke nû bê ji bo dawî hatina wan êş û azarên ku li encama hizra tundiyê û terorê ji bo xûşk û birayên me yên Krîstiyanan pêkhatiye.

Di vê helkeftê de ji bo xûşk û birayên Kildan Siryan Aşûrî û hemû pêkhatên dinê Kurdistanê dûpat dikim ku em hemû li dijî teror û cûdakariyê de li yek bereyê dane û li mirovbûnê da birayîn û li xweşî û nexweşiyê da me yek çarenivîs heye û pêwîste jî çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyan parastî bê û kûrtir bibe.

Hêvîdar im hemû cejn û helkeftên xwe di aştî û aramî û dûrî pejik û nexweşiyê de pîroz bikin.

Mesûd Barzanî

31.03.2021