Li Serê Kaniyê teqîn.. Kesek hat kuştin

Li gundekî Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kesekî sivîl di teqînekê de hate kuştin.
Bajarê Serê Kaniyê - Arşîv
Bajarê Serê Kaniyê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kesekî sivîl di encama teqînekê de hate kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li gundê Dehman ê Serê Kaniyê, otomobîlek teqiya û xwediyê wê ku kesekî sivîl e hate kuştin.

Li gor Rewangehê, kesê hatiye kuştin ne ser bi ti grûpeke çekdar ve ye û tê pêşbînîkirin ku ew ji encama nakokiyên eşîrtî hatibe kuştin.

Ev di demekê de ye, duhî li bajarê Serê Kaniyê şer di navbera du grûpên çekdar de derket û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.

Ji dema dagîrkirina herêmên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye, gelek caran grûpên çekdar bi hev dikevin û bi rêjeyeke gelekî zêde jî teqîn rû didin û di encamê de welatiyên sivîl dibin qurbanî.