Serokên Hak-Par û Huda-Parê bertek nîşanî gotinên Wezîrê Perwerdeyê dan

Her du serokan destnîşan kirin, divê bi destûrekê nû rê li ber perwerdeya bi Kurdî bê vekirin.
Serokên Hak-Par û Huda-Parê
Serokên Hak-Par û Huda-Parê

Enqere (K24) - Serokê Huda-Parê Îshak Saglam û Serokê Hak-Parê Latîf Epozdemîr, bertek nîşanî gotinên Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê dan. Her du serokan destnîşan kirin, divê bi destûrekê nû rê li ber perwerdeya bi Kurdî bê vekirin.

Huda-Par di çarçoveya xebatên destûra nû da serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî didomîne. Di vê çarçoveyê da, Serokê Partiya Doza Azad Huda-Parê Îshak Saglam li gel şandeyekê serdana navenda Partiya Maf û Azadiyan Hak-Parê kir û bi serokê Hak-Parê Latîf Epozdemîr ra hevdîtinekê pêk anî.

Piştî hevdîtinê her du serok bi civînekê rojnmageriyê behsa naveroka civînê kirin û ji hêvdîtinê kêfxweşiya xwe anîn zimên. Li ser pirsa perwerdeya bi zimanê Kurdî û li ser bersiva Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Ziya Selçuk, her du serok bertek nîşanî gotinên wî dan û destnîşan kirin, “divê bi destûrekê nû rê li ber perwerdeya bi Kurdî bê vekirin.”

Serokê Huda-Parê Saglam got, “Wezîrê Perwerdeyê li gorî xalên Destûra heyî bersiv daye. Lê xalên destûrê bê wate ne. Jixwe li vî welatî pirsgirêka sereke destûra heyî ye. Di jiyana civakî, çandî û perwerdehiyê da rastiya vê destûrê nîne. Ji bo gel û pêkhateyên din nikaribin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin li destûrê xalên wiha antidemokratik hene. Ji loma jî em dibêjin divê destûra bingehîn bê guhertin û rê li ber perwerdeya zimanê zikmakî bê vekirin.”

Herwiha Serokê Hak-Parê Epozdemîr jî destnîşan kir ku li Tirkiyê qada siyasetê li ser yekperestiyê hatiye avakirin û tehemul ji gelê Kurd re nîne.

Epozdemîr diyar kir: “Ev yekperestî jî li ser Tirkçîtiyê xwe ava kir û domand. Ev yek jî li dijî berjewendiyên gelê Kurd e. Mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî li Tirkiyê bûye mijara sîstemê. Qedexeya li dijî zimanê Kurdî, bêtehemuliya li dijî Kurdî ji ber sîstema heyî ye. Sîstema Tirkperestiyê pir rengî û pirdengiyê qebûl nake. Ji loma jî ancax bi makezagonekê nû ev rewş dikare bê guhertin.”

Wezîrê Perwerdeyê: Ji bilî zimanê Tirkî bi zimanekî din perwerde nayê dayîn

Li Tirkiyê piştî ku li Nisêbîna navçeya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê mamosteyekê bêtehemûliya xwe ya li dijî axaftina zimanê Kurdî li ser medyaya civakî anîbû ziman, car din nîqaşa qedexeya perwerdeya bi Kurdî û nîjadperestiya Tirkî hatibû rojevê.

Li aliyê din bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî, parlamenterê HDPê yê Sêrtê Siddik Taş bi pêşniyazpirsekê ji Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Ziya Selçuk pirsîbû û gotibû, “ti amadehiyekê we heye ji bo mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bê dayîn.”

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Ziya Selçuk jî duh vê pêşniyazpirsê li gorî xala 42an a Destûra Tirkiyê bersivand û da zanîn, “Ji bilî Tirkî li welatiyên Tirk bi tu zimanekê li dibistan û fêrgehan perwerde û fêrkirin wek zimanê zikmakî nayê xwendin û fêrkirin.”