Yekem karwana vaksîna Pfizer gihîşt Iraqê

50 hezar vaksînên Pfizer a Amerîkayê gihiştin Iraqê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê Hesen El-Temîmî îro ragihand ku 50 hezar vaksînên Pfizer a Amerîkayê gihiştine welat.

Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê di daxuyaniyekê de got: "Karwana yekem ku ji 50 hezar vaksîn pêk tê gihîşt Iraqê, dê ji roja Duşemê ve li Bexda û parêzgehan li ber destan bin."

Got jî: "Îro dê 200 hezar dane vaksîna çînî ya Synophram bigihin Iraqê."

Pêştir vaksînên Synophram ên Çînî û AstraZeneca yên Brîtaniyayî gihîştibûn Iraqê û pişkê Herêma Kurdistanê jî hatibû hatibûn dabînkirin û niha li navendên tendirûstî li ber dest in û welatî werdigirin.

Ev di demekê de heta niha li Iraqê zêdetir ji 911 hezar kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 14 hezar 641 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Iraq di lîsteya welatên ereb de weke welatê herî zêde haletên Koronayê lê hatine tomarkirin.