Hikûmeta Herêmê cejna Çarşema Sor kir betlaneya fermî

Hukûmeta Herêma Kurdistanê roja cejna Çarşema Sor kir rojeke betlaneya fermî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hukûmeta Herêma Kurdistanê roja cejna Çarşema Sor kir rojeke betlaneya fermî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di twîteke xwe de diyar kir ku roja çarşema 14ê Nîsana 2021an ku bi hevdem e ligel cejna "Çarşema Sor" a Êzidiyan e, dê li hemû saziyên Hikûmeta Herêmê betlaneya fermî be.

Cejna Çarşema Sor, cejna Êzidiyan ya herî naskirî ye. Her sal, di yekemîn Çarşema meha Nîsanê ya bi gor salnameya kevin de tê pîrozkirin.