Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya giştî ya çûnûhatinê hat ragihandin

Rêveberiya Xweser qedexeya giştî ya çûnûhatinê ji bo 10 rojan ragihand.
Dîmenek ji qedexeya giştî ya Qamişlo - Arşîv
Dîmenek ji qedexeya giştî ya Qamişlo - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Qedexeya giştî ya çûnûhatinê ji bo hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser ji bo 10 rojan hat ragihandin.

Hevserokatiya Giştî ya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber metirsiya belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê û ji bo berjewendiya giştî, qedexeya giştî ya çûnûhatinê ji roja sibeha roja Sêşemê 13ê Nîsanê û heta roja 22ê Nîsanê tê ragihandin.

Li gor biryarên qedexeyê:

- Hemû deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser tên girtin, tenê ji bo haletên mirovî dê vekirî bin.

- Di dema qedexeyê de, dukanên xwarin û sewzeyan dê ji demjimêr 8ê sibê û heta 5ê êvarê vekirî bin.

- Rê ji bo cotkar û karkeran tê dayîn bi girtina rêkarên tendirustiyê biçin karên xwe.

- Nexweşxane, dermanxane, rêxistinên mirovî, rojnamevan, firne û benzînxane, derveyî biryara qedexeyê ne.

- Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di heyama qedexeyê de tên girtin, ji bilî saziyên taybet ên pêwîstî bi karê wan heye, dê di karê xwe de berdewam bin.

- Divê hemû welatî pabendî bikaranîna maskan û rêkarên tenduristiyê bibin.