Efrîn.. Çekdaran dest danîn ser 40 Donim zeviyên kurdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê û bicihkirina ereban li herêmê, grûpeke çekdar a ser bi Tirkiyê ve dest danî ser nêzîkî 40 Donim zeviyên xelkê navçeya Şiyê, ji bo xaniyan ji koçberên ereb re ava bikin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, fermandarê grûpa Sultan Silêman Mihemed El-Casim (Ebû Emşê) bi armanca avakirina xaniyan ji koçberên ereb re, dest danî ser nêzîkî 40 Donim zeviyên xelkê navçeya Şiyê û zor li xwediyên wan zeviyan kir û neçar kirin ji bo li ser “girêbestên bexişînê” ji şaredariya navçeyê re îmze bikin.
Zeviyên hatine desteserkirin:
6 hezar metro çargoşe ya Mihemed Hec Îbrahîm Şêxo ye, Ebû Emşê zor li kurê wî Cemîl kir û ew neçar kir li şûna bavê xwe yê ji 20 salan ve miriye li ser girêbesta bexşînê îmze bike, bêyî ku wekaleta wî hebe.
9 hezar metro çargoşe ya Cemîl Xelîl Şêxo ye, Ebû Emşê zor li kurê wî Ferîd kir û ew neçar kir li şûna bavê xwe li girêbesta bexşînê îmze bike.
2 hezar metro çargoşe yê Yûsif Henan Mamo ye.
7 hezar metro çargoşe yê Şêx Husên (Xoce) ye.
7 hezar metro çargoşe ya Ehmed Mistefa Mistê ye, Ebû Emşê zor li neviyê wî Ebdula kir û ew neçar kir li girêbesta bexşînê îmze bike.
2 hezar metro çargoşe yê Reşîd Silêman Reşkor e.
6 hezar metro çargoşe yê Mihemed Elî Mistikê ye.
Li gor çalakvanên Efîrnê, ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, bi awayekî sîstematîk kar li ser guhartina demgrafiya Efrînê û nehîştina nasnameya kurdbûna Efrînê tê kirin û bi hezaran xanî, zevî, mal û milkên kurdên Efrînê hatine desteserkirin.