Heşda Şeibî li Kerkûkê dest datîne ser yarîgehekê

Hejmarek nişteciyên li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê îro duşemê xwepêşandanek li dar xistin û ragihandin ku Heşda Şeibî dixwaze yarîgeha taxa wan dagir bike.
Şêniyên taxa Rehîmawa ya Kerkûkê rê li ber dagirkirina yarîgeha taxa xwe digrin
Şêniyên taxa Rehîmawa ya Kerkûkê rê li ber dagirkirina yarîgeha taxa xwe digrin

Kerkûk (K24) – Hejmarek nişteciyên li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê îro duşemê xwepêşandanek li dar xistin û ragihandin ku Heşda Şeibî dixwaze yarîgeha taxa wan dagir bike.

Nişteciyên taxê diyar kirin ku çend roj in hêzeke ewlehiyê bi navê Heşda Şeibî têne nav yarîgehê û dixwazin erd dagir bikin û bi parçe parçe bifiroşin.

Şêniyên taxê eşkere kirin ku wan bi Binkeya Polîsê Rehîmawa re ketine têkiliyê, polîsan diyar kirine ku haya wan jê tune, piştre bi rayedarê bajêr ve ketine pêwendiyê û wan jî gotine di destê me de nîne.

Yek ji nişteciyên taxê diyar kir ku çend sal berê jî hewl dane yarîgehê dagir bikin û kabîneyek jî danîne, lê şêniyên taxê razî nebûne û ew kabîne şewitandine, herwiha tekez kir ku niha ew jî nahêlin xortên bajarê Kerkûkê ji yarîgehê bêpar bimînin.