Balyozê Brîtanya: Aramiya Herêmê faktereke sereke ya aramiya Iraq û navçeyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 21.4.2021 pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir û ragihand Brîtanya û welatên Hevpeyman rijdin li ser parastina Herêma Kurdistanê ji êrîşan û aramiya Herêmê bi fakterêke serekî ya aramiya Iraq û navçeyê dizanin.
Her di vê civînê de proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û her wiha gefên li ber hilbijartinên paşeroja Iraqê hate nirxandin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge û Balyozê Brîtanya li Iraqê piştevanî û hevkariya welatê xwe ya ji bo serxistina çaksazî û çalaktir kirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tekez kir.