Roja Desthilata Çarema Kurdî pîroz be

Kurd24

“Berpirsyarî nirxê navgiranîyê ye”

                                                      Winiston Tişirşil

Tevî rewşa dijawara sirgûniyê, tevî êş û janên biyaniyê, tevî kul û kesrên stemkariyê, tevî rewşa reşbînîyê ya bi ser kurdan de zalbû, tevî hemû pirsgirkên li pêşiya pêkanîna her pêngavekê di pêvajoya xebat û berxwedanê de ku ji aliyê dewleta Osmanî ve dihatin encmadan da ku kurd bi derd û kula bê Kurdistanê bimirin, tevî hemû pilan û pîlanên Osmaniyan, tevî hemû rengên û curên stemkarîyê û dav û xefikên nehîştina kurd de, tevî bibirînên şikestîxwarinê, dîsa kesatîya ku bi şîr û hêviyên kurdbûnê mezin bûye wê yekê retdike ku armancên neyar û dijmanan pêkbîne,û wê di xwe de dibîne ku divê xewna dapîr û bapîran biparêze û bicihbîne û xwedî li welatê royê Kurdistana delal derkeve, û wê retbike ku di aşê tirkkirin, erebkirin û fariskirinê de were hêran û were pişaftin, û kesatiya Mîr Miqdad Midhet Bedirxan jî, kesatiyeke resen a tovrinda kurdî ye û bi berpirsyarî bijardeya berxwedanê û hilgirê ala têkoşîna  bo welat hilbijart.

Erê di rojên giran de, di rojên reş û tarî de, her wiha di rewşên aloz û reşbîn de kestiya resen û bi xwebawer wê derkeve holê, û ew di rojên reş û tarî de ronîye, di rewşên aloz û reşbîn de hêz û geşbîne, di rewşa bêhêvîbûn û bê moralbûnê de hêvî û moral e, xwedî helwest û karvedaneke erênî ye û Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ku mîrê Rojnamegeriya Kurdî ye, dît ku çeka herî bi hêz û bi bandor peyv, nasîn û zanîn e û ev yek di gotara pêşîna Rojnemaya Kurdistan 1898`an de nivîsiye û gotiye: “Armanca min ewe ku girîngîyê bidim karûbarên kurdan derbarê fêrbûnê de da ku derfeta nasîna şaristaniya serdemê û pêşketinê ji wan re birexsînim, û armanca min ji derkirina vê rojnameyê tenê xizmetkirina berjewendiyên gelê xwe û bilindkirina asta rewşenbîriya wane”.

Erê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan baş zanî ku nasîn û zanîn çekê herî bi bandore û her wiha xwedî roleke bihêze ji bo rizgarbûnê, wek çawa Firansîs Bîkon gotiye: “Nasîn hêz û karîne”. Ji ber vê yekê Mîr Miqdad MIdhet Berdirxan bi hestekî berpirsyar daket qada pîkoliyê û xebata zanistî û gihîşt wê baweriyê ku, ne tenê Osmanî dijminin lê belê dijminê herî bihêz nezanîye! û hemû hewl û pilanên dijminan wê li ser hîm û zinarên nasîn û zanînê werin pûçkirin û sedemên serkeftina dijmin û sedemên bindestiya gelê kurd tenê nezanî ye!

Derkirina Rojnameya Kurdistan di sala 1898`an li derveyî welêt, nameyek û bersivdaneke kurdperwerî bû li hember stemkarî û zordariya Osmaniyan, û karvedaneke erênî bû li hember qirkirina gelê kurd her wiha Rojnameya Kurdistan ne tenê hêvî û hestên kurdbûnê vejand, lê belê ziman û wêjeya kurdî jî evjand û rojnamegerî bi alaveke girîng ji alavên xebat û têkoşînê da nasîn, bi vê pêngavê Mîr Miqdad Midhet Bedir-xan çirûska agirê şoreşeke bê dawî û damend hilkir û bingeha xebata zanîn û nasînê danî, da ku Kurdistanê rizgrbikin, dijiminê me jî vê yeke baş dizanin wek çawa Mistefa Kemal gotiye: “Eger kurdan rahiştin çekê bi carekê ji wan netirsin, lê eger rahiştin pênûsê wê demê ji wan bitirsin”.  

Li dawîyê dixwazim bînim ziman ku leheng û mêrxwazên welatê min gelekin û Mîr Miqdad Midhet Bedir-xan jî yeke ji wan leheng û mêrxwazaye û rojeke gelek pîroz û hêja ji mere bi navkir û em kirin xwedî Desthilata Çarem û berê pêvajoya xebateke zanist ji mere diyarkir, tevî pîrozbahîkirina vê helkeftê, sed rêz û silav bo canê hemû rojnamevanên kurd bi giştî û bo canê Mîr Miqdad Midhet Bedir-xan mêrî Rojnamegeriya Kurdî bi taybetî, hêvîdarim hemû rojnamevan û xwedî pênûs xetîra hişyarkirin hilgirin û rastiyan bo gelê xwe pêşkêş bikin