HDP ji lêkolînkirina zextên li ser çapemeniya Kurdî pêşniyazek da Parlamentoyê

HDP ji bo zextên ser çapemeniya Kurdî bê lêkolînkirin pêşniyaza avakirina komîsyonê li Parlamentoyê kir
Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran İmir
Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran İmir

Enqere (K24) – Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran İmir, ji bo zor û zext û desteserkirinên li ser çapemeniya Kurdî bê lêkolînkirin ji Parlamentoya Tirkiyeyê daxwaza damezrandina komisyona lêkolînê kir.

Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran İmir, bi boneya 22ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî, bi pêşniyazekê nivîskî daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir ku ji bo zor û zext û desteserkirinên li ser çapemeniya Kurdî bê lêkolînkirin komîsyona lêkolînê bê avakirin.

Parlamentera HDPê İmir, di pêşniyaza xwe de bal kişand ser piştî hewla derbeya 15ê Tîrmeha 2016an û bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê KHKyan girtina hejmarekê zêde rojname, ajans û kanalên Kurdî û daxwaz ji Parlamen kir ji bo rawestandina weşanên Kurdî û zor û zext, desteserkirin û lêpirsînên li ser çapemeniya Kurdî bi zelalî bê lêpirsîn divê di bin banê Parlamen de komisyona lêkolînê bê damezrandin.

Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran İmir, di pêşniyaza xwe ya ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê de wiha diyar kir; “Di rewşa awarte OHALê de bo KHK’yan bi dehan rojname, ajans û kanalên Kurdî hatin girtin. Sazî û dezgehên medyayî yên wek rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat; ajansên wek DÎHA û JINHA’yê hatin girtin. Di OHALê de xwestin bes medyaya Kurd na hemû medyaya mixalîf bêdeng bikin û tesfîye bikin. Di vê proseyê de nêzî 200 sazî û dezgehên medyayî hatin girtin û bi hezaran medyakar bêkar man. Îro li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 154an de cih digre.”

Her wiha İmir di berdewamiya pêşniyaza xwe ya nivîskî de eşkere dike ku di nava sala 2020an de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 79 rojnameger hatine desteserkirin, 24 rojnameger hatine girtin, 19 rojnameger rastî êrîşê hatine, 17 rojnameger tûşî miameleya xirab, pêşniyaza ajantiyê û gefa kuştinê hatine û derbarê 53 rojnamegeran de jî doz û lêpirsîn hatine vekirin.