Serok Barzanî beşdarî eventek li ser Herêma Aram dibe

Serok Barzanî roja çarşemê beşdarî eventek li ser pêkanîna Herêma Aram a ji bo Kurdistanê dibe.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî roja çarşemê beşdarî eventek li ser pêkanîna Herêma Aram a ji bo Kurdistanê dibe.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman ragihand: “Ez şanaz im ku radigihînim; Serok Barzanî roja 28ê vê mehê beşdarî eventeke taybet dibe li ser mijara pêkanîna Herêma Aram a ji bo Kurdistanê.”

Event roja çarşemê 28ê vê mehê bi dema Washingtonê di demjimêr 10:00an de û bi dema Hewlêrê di demjimêr 17:00an de bi rêya online dê birêve biçe.

Herwiha James Baker, Hoşyar Zêbarî, John Abizaid, Brett McGurk jî dê di çalakiyê de beşdar bin.