Çekdaran 2 kalemêr ji gundekî Efrînê revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve, bi armanca standina fidyeyê ji wan, 2 kalemêrên kurd ji gundekî Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Lîwa 112 a dest daniye ser gundê Behdîna li navçeya Raco, 2 kalemêr revandin û li hember berdana wan daxwaza fidyeyê ji wan kirine.
Kesên hatine revandin, Mihemed Reşîd Menan yê 60 salî û Mihemed Reşîd Osman yê 61 salî ne.
Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir jî, heman grûpê di meha borî de jî 3 kesên bi temen ji wî gundî revandibûn û piştî standina 1500 Lîreyên Tirkî ji her kesekî, ew berdabûn.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.